YJK-E'yê piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

  • 15:09 17 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), ragihand ku ew piştgiriyê didin gel û jinên Garifuna yên ku li Hondurasê ji bo parastina ax û jiyana xwe têdikoş in.
 
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanya (YJK-E) di daxuyaniyek nivîskî de got: “Em piştgirî û hevkariya xwe ji bo gel û jinên Garifuna û OFRANEH’ê nîşan didin. Ew li Hondurasê axên bav û kalên xwe, cihê jiyanê û siberoja xwe diparêzin.”
 
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku piştî derxistina bi zorê ya civaka Garifuna ya ji San Juan, pênc Garifuna di nav wan de jinek hatin binçavkirin û li dijî wan dozên cezayî hatin vekirin. Hat gotin ku, ev yek tê wateya ku têkoşîna gelê Garifuna ya ji bo parastina axên xwe tê krîmînalîzekirin.
 
YJK-E got, “Em piştgirî didin daxwazên OFRANEH û gelê Garifunayê. Em dixwazin ku doza li dijî van pênc Garifuna zû were rawestandin. Her wiha divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Navbera Emerîkayê bêne bicihanîn.
 
Axên kevnar ên gelê Garifuna divê bêne parastin. Divê polîtîkayên gef, tundî û krîmînalîzasyona parêzvanên axê were rawestandin.
 
Em bi taybetî têkoşîna jinên Garifuna bi hurmet silav dikin. Ew axên xwe, jiyan, çand û bîranîna nifşên siberojê diparêzin.”
 
YJK-E, careke din ragihand ku ew piştgiriyê didin berxwedana OFRANEH, gel û jinên Garifunayê.