Li Yemenê ji ber belavbûna nexweşiya sorikan di nava 7 mehan de 93 zarok mirin

  • 15:16 17 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê ji ber belavbûna nexweşiya sorikan û kêmbûna rêjeyên vakslêdanê fikarên tenduristiyê mezin dibin; di nava 7 mehên ewil ên salê de li herêmên di bin kontrola hikûmetê de 93 zarokan jiyana xwe ji dest dan û li herêmên Hûsiyan jî rewş girantir e.
 
Belavbûna berfireh a nexweşiya sorikê li deverên ku ji aliyê hikûmeta Yemenê ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin ve tê kontrolkirin, fikarên li ser kêmbûna rêjeyên vakslêdanê zêde kiriye. Ev jî bûye sedema bangên ji bo xurtkirina kampanyayên vakslêdanê û misogerkirina gihîştina vakslêdanên bingehîn ji bo zarokan li seranserê welêt, da ku jimara zêde ya enfeksiyon û mirinan were kêmkirin.
 
Di 7 mehan de 93 zarokan jiyana xwe ji dest dan
 
Di 7 mehên pêşîn ên vê salê de li deverên di bin kontrola hikûmetê de yên Yemenê, nexweşiya sorikê bûye sedema mirina  93 zarokan û16 hezar û 236 kesên ku pê ketine. Ev jî fikarên cidî li ser kêmbûna astên vakslêdanê û bandora wê li ser tenduristiya zarokan, derxistiye holê.
 
'Kêmbûna vakslêdanê krîzê girantir dike'
 
Karmendekî tenduristiyê li Ofîsa Tenduristiyê ya Taîzê diyar kir ku vîrus hê jî gefek cidî ye, taybetî ji ber zehmetiyên ku hin dever di gihîştina vakslêdan û xizmetên tenduristiyê yên bingehîn de pê re rûbirû dimînin. karmend zêde kir ku kêmbûna rêjeyên vakslêdanê krîzê girantir dike û zarokan ji nexweşiyê û tevliheviyên wê bêtir xeternak dike.
 
Ji ber hejmarên mirinan piştevaniya bernameyên vakslêdanê hewce ye
 
Wî piştrast kir ku daneyên fermî yên ku heta dawiya Tîrmehê hatine berhevkirin ev hejmara zêde ya enfeksiyon û mirinan eşkere kirine. Ev hejmar pêwîstiya lezgîn a zêdekirina hewldanên neteweyî û navneteweyî ji bo şerkirina nexweşiyên epîdemîk û piştgiriya bernameyên vakslêdanê destnîşan dikin.
 
Li herêmên Hûsiyan rewş girantir dibe
 
Texmîn nîşan didin ku rewşa li deverên di bin kontrola Hûsiyan de hê xirabtir e, hejmara mirina zarokan dibe ku ji 1000'î derbas bibe û enfeksiyon jî dibe ku ji 100 hezarî derbas bibe. Karmendê tenduristiyê vê yekê bi astengkirina kampanyayên vakslêdanê û nebûna vakslêdanên bingehîn di navendên tenduristiyê de ve girêdide, ku zarokan ji rêbazên herî bingehîn ên parastinê bêpar dihêle.