Li Xaçerêka Stadyûmê çalakiya paqijiyê
- 12:32 17 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” de, ku bi şîara “Em Tevî Gel, Bajarê Xwe Paqij Dikin” ji bo xwedîlêderketina qadên jiyanê yên hevpar tê meşandin, vê carê li Xaçerêka Stadyûmê û derdora wê xebateke berfireh a paqijiyê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ku Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Alîkarên Hevşaredaran, Endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên şaredariyê amade bûn, bi beşdariyeke xurt xebateke berfireh hat kirin.
Di encama xebatê de li herêmê çop hatin komkirin û bi alîkariya wesayîtên maliştina rêyan jî hemû cade û kolanên derdorê bi temamî hatin şûştin û paqijkirin.
Kampanya didome
Rayedaran destnîşan kir ku ji bo bidestxistina Peyaseke paqij, ewle û tendurist, ev kampanya ku ji 11ê Tebaxê ve dest pê kiriye, dê heta 21ê Tebaxê bidome.
Her roj bi beşdariya hemû gerînendetiyên şaredariyê û gel re, bi feraseta keda kolektîf û hevgirtinê li cihekî cûda yê navçeyê xebatên paqijiyê yên berfireh dê werin domandin.







