Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li 57 girtîgehan dewam dike

  • 14:12 30 Hezîran 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Îranê çalakiya “Sêşema li dijî darvekirinê” di hefteya 127’emîn de li 57 girtîgehên cuda dewam kir.
 
Koma Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ li ser hefteya 127’emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya otorîter a li desthilatdariyê mekanîzmaya zext û înfazê bi dewam dimeşîne.
 
Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘‘Kampanyaya girtiyên siyasî wê her Sêşemê bi greva birçîbûnê dewam bikin û heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê li ber xwe bidin.’’