Tevî astengiyan 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

  • 22:28 5 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL-Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest şahiyeke li dar bixe lê polîsan şahî asteng kir.
 
Li Stenbolê ji bo 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka Heykelê ya taxa Gazî ya navçeya Sultangaziyê xwest şahiyekê li dar bixe. Lê polîs bi hinceta “qeymeqamtî qedexe kiriye” şahî asteng kir. Ciwan û gel jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê bû û li wir bernameya pîrozbahoyê li dar xistin. Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, Hevserokên DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.
 
Bernamê bi cangoriyên Kurdîstanê re deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘Rêberê Gelê Kurd jiyaneke alternatîf honandiye’
 
Paşê pasta hate jêkirin û Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û diyar kir ku ew rojbûna Serok pîroz dikin û got: “Rojbûna Serok Ocalan rojbûna gelê Kurd e. Roj li navçeya Kuçukcekmeceyê bernameya seyranê li sar xist. Lê polîs bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye êriş kir. Îro pêvajo heye lê ev êriş pêk hat. Hebûna Rêberê Gelê Kurd hebûna aştiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke alternatîf honandiye. Sedema van êrişan jî ev e. Lê em tu carî ji paşve gav navêjin. Daxwaza me azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rojbûna Gelê Kurd pîroz be.
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.