Li Çanakkaleyê jinek hat qetilkirin
- 20:43 5 Nîsan 2026
- Rojane
ÇANAKKALE-Li navçeya Bayramîçî Şefîk S., Selver S ya pê re zewicandibû bi çekê qetil kir.
Li navçeya Bayramîçî ya Çanakkaleyê mêrê bi navê Şefîk S., Selver S ya pê re zewicandibû bi çekê qetilkir. Ekîn polîs û tenduristiyê li ser agahiyê hatin cihê bûyerê û hat tespîtkirin ku Selver S. jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku gumanbar hatiye binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.







