Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

  • 10:59 20 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina "Mafê Hêviyê" û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî rabe û ji bo bicihanîna "Mafê Hêviyê" dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.
 
Komîteya Parastina "Mafê Hêviyê" û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan kampanyaya îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin. Kampanya ku ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tevlî bûn, di demeke kurt de gihîşt zêdeyî 500 îmzeyan. Komîteyê bi vê piştgiriya xurt daxwazên xwe gihandin sazî û raya giştî ya navneteweyî.
 
Komîteyê derbarê kampanyayê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demek li cîhanê şer, zext û rewşa nediyar heye, bêdengî wê bê wateya hevkariya bêedaletiyê. Komîteyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin û ev rewş tenê rewşeke ragirtinê nîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya jiholêrakirina derfetê guherîn, diyalog û hêviyê ya bi rêk û pêk. Komîteyê anî ziman ku Îmrali êdî ne tenê girtîgehek e, ew bûye sembola desteserkirina ‘mafê hêviyê.
 
Komîteyê işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî kir û diyar kir ku ‘mafê hêviyê’ mafekî gerdûnî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu dewlet nikarin mirovekî ji hêviya azadiyê, ji derfetê jinûve nirxandina çarenûs û diyalogê bêpar bihêlin.
 
Komîteyê daxwazên xwe bi van sê sernavan anî ziman: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest bê rakirin, şert û merc bêne afirandin ku karibe bi malbatê, parêzeran û heyetên navneteweyî re hevdîtinê bike. Ji bo aştî û jiyana hevpar a li herêmê pêvajoya diyalogê ya wekhev û mayinde bê destpêkirin. Saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û gavên şênber û bi biryar biavêjin” Ev gav ne tenê gavek hiqûqî ye, di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî û siyasî ye.
 
Komîteyê diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo şikandina tundiyê û ji nûve avakirina baweriya di navbera gelan de gelekî krîtîk e û ragihand ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo siyaset ji nûve derbasî ser zemîna diyalogê bibe û pênaseya ‘hêviyê’ bibe xwedî wateya dîrokî gigrîng e.
 
Komîteyê ragihand ku ev banga bi kampanya îmzeyan xurt bû wê pêşkêşî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî bê kirin.