Li Aydinê jinek hat qetilkirin

  • 20:02 12 Adar 2026
  • Rojane
AYDIN - Li navçeya Germencîkê Îbrahîm Akgun, dayika xwe Meryem Akgun bi alavek hişk qetil kir.
 
Li navçeya Germencîk a Aydinê Îbrahîm Akgul, dayika xwe Meryem Akgul bi alavek hişk qetil kir. Bûyer di 8’ê Adarê de hat jiyîn û Meryem Akgun ji aliyê keça wê ve li mirî dît. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristiyê û cendermeyan hatin cihê bûyerê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku kurê wê Îbrahîm Akgun, Meryem Akgun qetil kiriye. Gumanbar ji aliyê dadgehê ve hat girtin.