Agirê Newrozê li Bazidê hat vêxistin

  • 21:42 10 Adar 2026
  • Rojane
AGIRÎ – Li navçeya Bazidê yekemîn agirê Newrozê yê sala 2026’an li Bazidê hat vêxistin.
 
Li navçeya Bazid a Agiriyê yekemîn agirê Newrozê ya sala 2026’an hat pêxistin. Girseya li avahiya DEM Partî ya Bazidê hatin gel hev bi 77 meşeyalan ji kolana Mem û Zîn heta Parka Şaredariyê meşiyan.
 
Bi wesîleya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de dikeve 77 saliya xwe, 77 meşale hatin hildan û dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
 
Girseyê li Parka Şaredariyê agir pêxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Nejla Demîr, Heval Bozdag û Sirri Sakik û parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun tevli bernameyê bûn.