Li Îdirê şahiya 8’ê Adarê
- 22:26 8 Adar 2026
- Rojane
ÎDIR - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşmeya ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ şahî pêk anîn. Nejla Demîr di şahiyê de axivî û got: “Em îro dibînin ku êşa herî mezin a dijhiqûqiyê dîsa jin dikşînin.”
Ji aliyê Meclîa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li ber Tesîsên Civakî ya Şaredariya Xelfeliyê çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî pêk hat. Parlamentera Dem Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, hunermend Hozan Fatma û gelek jin tevli bûn.
Nejla Demîr di şahiyê de axivî û da zanîn ku 8’ê Adarê rojeke ku jin li dijî zîhniyta koletiyê têdikoşe, jiyana koletiyê red dike ye û got: “8’ê Adarê dîrok guhert. Ez bi vê wesîleyê hemû jinên di riya têkoşîn azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em îro dibînin ku êşa herî mezin a dijhqûqiyê jin dikşînin. Heta ku edalet pêk bê wê têkşîna me bidome.”
Bername bi govend û stranan bidawî bû.









