‘Pergalên ku ji jinan re dibêjin na ji azadiyê re dibêjin na’

  • 21:09 8 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Mor Cumartesî  got, "Azadiya jinan pîvana azadiya civakê ye; civaka ku jin tê de zincîrkirî ne ne azad e."
 
Tevgera Mor Cumartesî ku ji aliyê jinên Afganî ve hatiye damezrandin, bi boneya Roja Jinan a Cîhanê  ya 8’ê Adarê li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek bi vêdeo weşand. Daxuyaniya bi sernavê "Talîbanê Afganistan ji bo Jinan veguherand 'istana qedexe kirî'." Û wiah dirêjî day3e: "Jinên Afganî 8’ê Adarê di demekê de pîroz dikin ku Talîban bi sepandina cudakariya zayendî û nîşandana nêzîkatiyek nemirovane û hovane, îşareta vegera tevahî ya salên 1990’î dide. Talîbanê Afganistan ji bo jinan veguherand 'İstana Qedexekirî' (Mamnoostan); cihekî ku jinbûn wekî sûc tê hesibandin û hebûna wan di nav civakê de bi qedexeyên berfireh re rû bi rû dimîne."
 
Cinsiyet ayrımcılığının, Taliban'ın resmî politikası olduğunu belirtilen açıklamada, "Taliban'ın kendi kendini ilan ettiği hükümeti tanımayı reddeden ve bunun yerine Afganistan kadınlarını, insan haklarını ve adaleti destekleyen ülkelerin gerçekçi ve cesur duruşlarına içten teşekkür ve takdirimizi sunuyoruz" dedi. Bu ülkeleri, Afganistanlı kadınların mücadelesini desteklemeye, Taliban liderlerinin yargılanmasını sağlamaya ve bu grupla 'angajman politikasına' son vermeye çağırıyor, bu çabada aktif ve öncü bir rol oynamalarını bekliyoruz" ifadeleri kullanıldı.
 
‘Tu civaka ku jin tê de zincîrkirî bin ne azad e’
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin divê rola Afganistan a diplomatik lê bê verandin de wiha hat gotin, “Eger desthilatdariya xwe-îlankirî ya Talîbanê berdewam bike, bê guman cudakariya zayendî dê bi tenê bi Afganistanê ve sînordar nebe. Têkoşîna li dijî cudakariya zayendî têkoşînek kolektîf e ji bo mirovahî, edalet û pêşerojek bê cudakarî û zilmê. Azadiya jinan pîvana azadiya civakê ye; tu civak azad nîne û tu edalet temam nîne ger jin di zincîran de bin. Newekheviya zayendî nikare were rawestandin heta ku em îro bi hev re, bi biryardarî û bi israr ranewestin.”