Li kolanên Cizîrê daxwaza zimanê dayikê

  • 09:05 20 Sibat 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Jinên Cizîrê der barê girîngiya zimanê dayikê axivîn û gotin: “Zimanê me ji bo me girînge. Çima bi zimanê me perwerde nayê dayîn? Em zimanê xwe dixwazin. Bila dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”
 
Ji avabûna komarê heta niha Kurd bi polîtîkayên asîmîlasyonê re tên rûhev. Lê tevî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîasyonê Kurd têkoşîna xwe didomînin. Berbi 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jinên li Cizîrê der barê girîngiya ziman de axivîn.
 
Rabîa Baykara da zanîn ku ger her kes zimanê xwe biaxive wê ziman winda nebe û got: “Divê em bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Em koçer in. Em Kurdî diaxivin. Zarokên me hinekî Tirkî dizanin. Lê ji bo me ya girîng zimanê me ye. Em dixwazin li dibistanan bi zimanê me perwerde bê dayîn.”
 
‘Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerdê bigirin’
 
Berîvan Akan diyar kir ku divê bi Kurdî perwerdehî bê dayîn û wiha anî ziman: “Em zimanê xwe dixwazin. Divê zarok bi zimanê xwe biaxivin. Ez bi zarokên xwe re Kurdî diaxivin. Zarok Tv pir xweşe. Zarokên min wê temaşe dikin. Divê Kurdî li her derê hebe. Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerdê bibînin.”
 
‘Em zimanê xwe dixwazin’
 
Jina bi navê Emîne jî diyar kir ku ew ji bilî zimanê xwe Kurdî ziman nizane û got: “Em dixwazin her kes bi zimanê xwe biaxive. Em zimanê xwe diaxwazin.”
 
Jina bi navê Aysel Gok jî wiha anî ziman: “Ez li Enqereyê mezin bûm. Em jî dixwazin wek her kesî bi zimanê xwe biaxivin. Her kes xwedî zimanê xwe ye. Em jî zimanê xwe dixwazin. Em Kurd in. Divê zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin. Ez tevî li Enqereyê mezin bûm bi zimanê xwe mezin bûme.”
 
Kumru Alp jî daxuyakirin ku divê her kes bi zimanê xwe biaxive û mafên Kurdan bên nasîn. Kumru Alp wiha got: “Em Kurd in jiyana me Kurdî ye. Em ji bilî zimanê xwe tiştekî din naxwazin. Divê zarokên me zimanê xwe fêr bibin.”
 
‘Bil dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin’
 
Leyla Durmaz diyar kir ku divê gelê Kurd bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û wiha got: “Divê her kes bi zimanê xwe biaxive. Em Kurd in zimanê me Kurdî ye. Divê dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.” 
 
Şemsiye Demîrtaş jî destnîşan kir ku divê her kes bi zimên xwe biaxivin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, zimanê perwerdehiyê.