Mînakek komunê: Mexazeya Piştevaniya Kezî

  • 09:08 20 Sibat 2026
  • Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Mexazeya Piştevaniya Kezî ya ji aliyê şaredariya Cizîrê ve hat vekirin xebatên xwe didomîne û ji roja hatiye vekirin xwe gîhandiye 3 hezar kesî.
 
Şaredariya Cizîrê di 5’ê Kanûnê de Mexazeya Piştevaniya Kezî vekir. Mexaze  jiyana komun jî xistiye jiyanê û hesta pavekirinê ji nûve bibîr dixîne û mirovan tîne gel hev. Mexazeya li kolana Zubeyde ya taxa Cuzî hat vekirin ev du meh û nîve vekiriye û ji roja hatiye avakirin xwe gîhandiye 3 hezar kesî.
 
Mexaze xurek, alavên malê yên destê esnafan de peyda dike û sê jinên xebatkarên mexazeyê welatiyên hewcedar tespît bikin û van berheman digihînin wan.
Xebatkara mexazeyê Taybet Kalkan der barê mexaze û xebatan de axivî.
 
‘Armanc parvekirine’
 
Taybet Kalkan da zanîn ku ew sê kes di mexazeya Kezî de dixebitin û got: “Em wek komun dixebitin. Em li mal û ensafan digerin. Em berheman dibin ji kesên xwedî hewcedarî. Armanca mexazeyê eve ku kesên hewcedar bên tespîtkirin û bi wan re parvekirin pêk bê.”
 
‘Divê em hesta parvekirinê bidin jiyîn’
 
Taybet Kalkan got ew derî bi derî digerin, xebatan dimeşînin û wiha domand: “Em li rewşa wan dinêrin û tespîtan dikin. Em hewcedariyên wan li ber çavan digirin. Em bi hesta parvekirinê tevdigerin. Ji berê de ev heye. Divê em vê terza parvekirinê bidin jiyîn û ji hev re bibin destek. Em bang li esnafan dikin. Heta ji destê me tê em xwe digihînin kesên hewcedar. Esnaf parve bikin em digirin. Sînorkirina me tuneye. Em ji vir dîsa bang dikin. Em esnafên ku dikarin alîkariyê bidin me dipên.”