Ji bo keda jinê tên gel hev
- 09:05 9 Çile 2026
- Ked/Aborî
Elfazî Toral
STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê bi armanca keda jinê bê dîtin, koperatîfbûyîn û hilberîna hevpar xurt bibe di 11’ê Çile de li Stenbolê hevdîtina keda jinê pêk tîne. Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku hevdîtin di alî têkoşîna civaka demokratîk û azadiya aboriya jinê de girîng e.
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê bi armanca keda jinê bê dîtin, koperatîfbûyîn û hilberîna hevpar xurt bibe di 11’ê Çile de li Stenbolê hevdîtina keda jinê pêk tîne Hevdîtina bi dirûşmeya "Em ji bo keda jinê bê dîtin tên gel hev" wê pêk bê li Salona Dawetê ya ya Denîz Yildiz a Bahçelîevler wê pêk bê.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz der barê mijarê de axivî.
Wê gelek xebatên atolyeyê pêk bên
Dîdem Yilmaz 14’emîn Lijneya Giştî ya bi dirûşmeya "Bi jina rêxistinkirî ber bi civaka demokratîk" ya ku Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê di 20’ê îlonê de pêk aniye bibîr xist û got yek ji nokteya herî girîng a civaka demokratîk eve ku jin di civakê de rola damezerîner bigirin. Dîdem Yilmaz der barê hevdîtina jinan ya wê pêk bê de jî wiha got: “Hedefa meya civakeke ku jin dikarin di alî borî xwe de keda xwe hevpa bikin, wekhev qezenc bikin û bi awayekî wekhev tevi mijarên civakî bibe heye. Riya vê jî ji azadiya jinê derbas dibe. Azadiya jinê bêguman bi têkoşîna li dijî tundiyê pêkane. Di vir de di alî aborî de azadiya jinê mijara gotinê ye. Wê gelek xebatê atolyeyê di bernameya me de pêk bê. Armanca vê heve ku jin berhemên xwe nîşan bibin. Bernameya me bernameya kedê ye. Jin wê berhemên xwe li wir raxînin.”
Ji bo hevdîtina jinan bang
Dîdem Yilmaz balkişand ser civaka demokratîk û wiha bi lêv kir: “Em plan dikin ku bi jinan re der barê koperatîf, komun û civaka demokratîk û her wiha hewcedarî çima bi rêxistinê heye nîqaş bikin.Bêguman di vir de peyama me ya girîng eve ku jin bên gel hev, xwe rêxistin bikin û ji bo vê jî şert û merc bên avakirin. Çima divê em tevli koperatîfê bibin?Çima divê em komunan ava bikin? der barê vê de wê nîqaşên me hebin. Der barê koperatîf û komunan de wê agahdarkirinên me hebin. Wê bernameyek xweş be. Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku di vê hevdîtinê cih bigirin.
‘HDK wê peywira xwe bîne cih’
Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku wê îsal jî di çarçoveya têkoşîna jinan de xebatên xwe bidomînin û got têkoîna jinan roj bi roj mezin dibe. Dîdem Yilmaz balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha domand: “Me bi bawerî û wêrekî gav avêt sala 2026’an. Di 2026’an de jinan rola pêşeng a pêvajoya aştî û civaka demokratîk girt ser xwe. Jin wê bi pratîka vê nîşan bidin. Kongreya Demokratîk a Gelan di vê nokteyê de bêguman ji bo aştiya civakî rol û erka xwe bîne cih. Wê xebatên xwe bidomîne.”







