Karwana Gelan li Pirsûsê daxuyaniyê dide
- 13:47 30 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Karwana Gelan, ku ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket rê, li Pirsûsê daxuyaniyekê dide.
Karwana Gelan, ku ji welatên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê HTŞ-DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve pêk tên, derketin rê, gihîşt navçeya Pirsûs a Rihayê. Karwana Gel ji aliyê rêxistinên bajêr û navçeyên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), her wiha çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din ve hate pêşwazîkirin.
Karwana Gel li meydana bajarê Pirsûsê daxuyaniyekê dide.
Agahiyên bêtir dê piştre werin dayîn…







