Li Kobanê ya 12 roj in dorpêçkirî ye krîza mirovî giran dibe
- 13:48 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça li ser Kobanê 12 roj in dewam dike. Zêdeyî 600 hezar mirov bê eletkrîk, sotemenî û avê ne. Derman jî gelekî kêm bûye.
Bajarê Kobanê 12 roj e di bin dorpêçeke dijwar de dijî ku rasterast bandorê li jiyana zêdetirî 600 hezar kesan dike. Kêmbûna dermanan jiyana nexweşên penceşêrê û dil xistiye xetereyê, ji ber ku dermankirina rawestiya ye. Zarok, ji ber sermaya dijwar û nebûna pêdiviyên herî bingehîn, di xetereya nexweşiyê de ne.
Ji ber ku rê girtî ne û kes nikare şênî û pêdiviyên din ji derve bîne, her wiha cotkar nikarin bigihêjin zeviyên xwe, li sûka bajêr sebze pir kêm bûye.
Nanpêjxaneyên bajêr niha bi hemû kapasîteya xwe dixebitin da ku nan ji şêniyan re peyda bikin. Lê ji ber kêmbûna sotemeniyê û ard, xetere heye ku ev nanpêjxane jî rawestin, eger dorpêç dewam bike.
Li gel şert û mercên dijwar, şênî bi biryar in ku taxên xwe biparêzin û berxwedana xwe li dijî êriş û dorpêçê, dewam dikin.
Alîkariyên ku wekî ketina Kobaniyê têne nîşandan, têra pêdiviyên bingehîn nakin, tiştên bingehîn ên wekî formula pitikan û derman kêm in.
Li gorî rêvebirên saziyên Rêveberiya Xweser, tişên ku digihêjin bajêr bi piranî pêdiviyên paqijiyê ne ku şênî di vê dema aloz de ne hewceyî wê ne.







