Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

  • 09:47 13 Çile 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina Navçeya Sancaktepeyê ya DEM Partiyê kom bûn û ber bi Enqerê ve bi rê ketin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, di çarçoveya bernameya Meclîsê de ji bo protestokirina êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ber bi Enqerê ve çûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji Sancaktepeya Stenbolê bi komeke mezin a mirovan ku dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" û "Ji şer re na, aştî niha" berz kirin, hatin oxirkirin.