Dayikên Aştiyê li dijî êrişan li Enqereyê ne
- 10:43 13 Çile 2026
- Rojane
ENQERE – Polîsan rê nedan dayikan ku li ber Wezareta Karên Derve kom bibin da ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê protesto bikin. Dayikan bi dirûşmeyan bertek nîşanî êrîş û astengiyan dan.
Dayikên Aştiyê yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê duh ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ber bi Enqerê ve bi rê ketin. Dayikên Aştiyê îro sibehê gihîştin Enqerê û li ber sayiştayê kom bûn. Wesayîta ku gelek dayikên ku dixwestin biçin Wezareta Karên Derve tê de bûn, li ber sayiştayê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.
Hinek dayik tevî zexta polîsan ji wesayîtê daketin û dowîzên "Em şer naxwazin" û "Rojava rûmeta me ye" hilgirtin. Dayikan pir caran dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava" û "Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin" berz kirin.
Bendewariya dayikên çelenkên reş hilgirtin didome.
Wê berfirehiya nûçeyê were...







