Ji 85 rêxistinan peyam: Îran li dijî mirovahiyê sûc dike

  • 17:52 17 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- 85 rêxistinên mafê mirovan li dijî binpêkirinan daxuyaniyek dan û  daxwaz kirin ku dozên binpêkirinan ji Dadgeha Suc ya Navnetewî werin şandin.
 
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser çalakvanan dewam dikin, li hemberî binpêkirinan, 85 rêxistinên mafên mirovan, parêzer, aktivîst, rojnamevan, kesayetên olî, Komeleya Navneteweyî ya Bijîşk û Karkerên Bijîşkî, Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, Komeleya Şoreşger a Jinan û Tora Cîhanî ya Azadiya Girtiyên Siyasî ên Kurd û Îranî daxuyaniyek hevbeş belavkirin.
 
Daxuyanî wiha ye: “Îran bi rêya êşkencekirina girtiyan, darvekirinên girseyî, bêdengkirina navneteweyî û sînordarkirinan, sucên dijî mirovahiyê dike. Ev yek bandorek nerênî li jiyana milyonan mirov dike û welatî ji edaletê bêpar dimînin. Divê civaka navneteweyî zimanek tundtir dijî Îranê bikarbîne, ev berpirsyartiyek exlaqiye, herwiha divê Neteweyên Yekbûyî ji bo berpirsyartiyê hemû hêza xwe bikarbîne û piştgiriyê bide saziyan. Di heman demê de dozên binpêkirinên mafên Mirovan bişîne Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.”