Li Cezayîrê êrîşê komeleya jinê kirin
- 17:51 17 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Aîn Quessera ya Cezayîrê li hember komeleya Al-Kara ya bi armanca xurtkirina jinê a di alî aborî û civakî de hatibû avakirin êrîş pêk hat.
Li bajarê Aîn Quessera ya Cezayîrê li hember komeleya Al-Kara ya bi armanca xurtkirina jinê a di alî aborî û civakî de hatibû avakirin êrîş pêk hat.Komeleya ‘Tomorrow is a Better Day (TBD) Algeria’ û gele komeleyên din yên jinan êrîş bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev raste rast mudaxaleya li hember mafê jinê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev êrîş bi texrîbata fîzîkî sînor nemaye, zirar dane ekîpmanên atolyeyên perwerdehiyê û xebatên aboriya jinan asteng kiriye.







