Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî dest pê kir

  • 10:38 6 Kanûn 2025
  • Rojane
STENBOL - Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bi beşdariya gelek kesayetiyan ji Welatê Bask bigire heta Afrîkaya Başûr, ji Sinn Fein bigire heta Îngîlistanê, ji Kazakistan bigire heta Belçîkayê tê lidarxistin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin, dê di konferansê de tevî tecrûbeyên cîhanê were nîqaşkirin. Ji Baskê heta Efrîqeya Başûr, ji Sinn Feinê heta Ingilistanê, Qazaxistan û Belçîkayê dê gelek kes tev li konferansê bibin. 
 
Konferans dê bi axaftina Tulay Hatimogûllari, Tuncer Bakirhan û Veysî Aktaş dest pê bike.
 
Veysî Aktaş dê piştî axaftina her du hevserokan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandiye konferansê bixwîne.
 
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî dê bi rêya vîdeokonferans beşdarî konferansê bibe.
 
Di rûniştina yekemîn a konferansê de, dê li ser “Perspektîfên ji bo Aştiya Civakî” nîqaş û axaftin bên kirin.