Talîban mamosteyên jin ji kar derdixe

  • 20:05 3 Kanûn 2025
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Talîban, bi dehan kadroyên maosteyên aydê jinên Bamyan betal kir
 
Talîban ku li Afganîstanê rêveberî xist bin kontrola xwe, di perwerdehiyê de  hebûn ajinan hedef digire û her roj îmze davêje pêkanînek nû. Li wîlayeta Bamyan kadorya 111 mamosteyî di şevekê de paqij kir û beşeke mezin a ji kar hatine avêtin jin û hîndekarên bi terbube bûn.
 
Li gorî çavkaniyan Midûriyeta Perwerdehiya Bamyan  kadroya 27 kesên navendê û 33 xebatkarên bi peyman yên li dibistanên wîlayetan btal kirine. Talîban sala borî li Pencşîr  kadroya 125 mamosteyî betal kiribû.  
 
Bi taybet jî mamosteyên jin hedef tên girtin û li Afganîstanê xwe xwegîhandina perwerdehiyê ya zarokên keç zehmetir dibe.