Nobeta li ber NY’ê di hefteya 254’an de berdewam kir
- 21:37 3 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nobeta ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê bênavber tê lidarxistin, di hefteya 254’an de ye. Çalakvanan banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.
Kurdistaniyên ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê nobeta azadiyê li dar dixin, di hefteya 254’an de berdewam dike. Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Îbrahîm Yuksel axivî. Îbrahîm Yuksel diyar kir ku ew bi rêzdarî hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û anî ziman ku bi taybetî NY divê saziyên navneteweyî erkên xwe bi cîh bînin. Yuksel wiha axivî: "Bila Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên pêwendîdar bizanin ku heta ku ew erkên xwe bi cîh bînin wê ev çalakî berdewam bike.”
Îbrahîm Yuksel destnîşan kir ku li çaraliyê cîhanê heta nifûsên biçûk jî di asta NY de mafên wan têne çareserkirin, lê gelê Kurd ê 50-60 mîlyon in hîn nayê naskirin û got, “Ev rewş nayê qebûlkirin. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên Tirkiye ûnRojhilata Navîn mifteya jiyanek bi rûmet û azadiyê ye. Heke hûn çareseriyê dixwazin, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin. Ev xeta sor a Tevgera Azadiya Kurd e. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mispgerkirin û statuya gelê Kurd bê naskirin, em ê li vir bin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an berdewam kir.







