Cenazeyê Dîlan Karaman li Wanê hat definkirin
- 14:50 28 Mijdar 2025
- Rojane
WAN - Cenazeyê Dîlan Karaman a bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da li Wanê bi tevlibûna gelek jinan hat definkirin.
Cenazeyê Dîlan Karaman şêwirmenda DEM Partiyê ya bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da li Wanê bi tevlibûna gelek jinan hat definkirin. Dîlan Karaman ji 11'ê Mijdarê heta niha li beşa lênêrîna lezgîn dihat tedawîkirin.
Cenazeyê Dîlan Karaman do ji Amedê birin Wanê.
DBP, endama heyeta DEM Partî Pervîn Bûldan, Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydeniz, aktivistênTevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dayikên Aştiyê, hevşaredar, rêxistinên DEM Partî û DBP'ê tevli merasima cenaze bûn.
Jinan li vir bi peyama xwe ragihandin ku ew ê dev ji şopandina mirinên bi guman bernedin.
Wê malbat şînê li Mala Şînê ya Camiya Navendê deyne.







