Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn

  • 15:21 13 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Amûdê di salvegera 65’an de qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anîn.
 
Bi boneya salvegera 65’an a Komkujiya Sînemaya Amûdê, Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya bajarê Amûdê çalakiya bîranînê li dar xist.
 
Çalakî li cihê peykerê Sînemaya Amûdê (Şehrezad) bi amadebûna şêniyên bajar, nûnerên saziyên sivîl, tevgerên çand û hunerê, rewşenbîr, helbestvan û hunermendan hat lidarxistin. Li cihê çalakiyê 20 wêneyên ku balê dikişînin ser komkujiya sînemayê hatin pêşandan. Wêne ji aliyê 11 şêwekarên endamên Platforma Gotina Azad ve hatin xêzkirin.
 
Piştî rêzgirtinê, Komîna Fîlman a Rojava der barê Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5’emîn de daxuyanî da.
 
Piştre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Kurdiyar Dirêî axivî û diyar kir ku şewata sînemaya Amûdê plankirî bû û armanc qirkirina Kurdan bû.
 
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf ku yek ji şahidên komkujiyê ye, helbestek xwend û diyarî dayikên şehîdan kir.
 
Mihemed Emîn Ebduselam û Reşîd Fatê ku ji şahidên komkujiyê ne, behsa wê serpêkhateya wî rojê kir û got di wê rojê de ew ji bo temaşekirina filmekî hatibûn vexwendin, di dema pêşandana fîlmê de agir bi holê ket. Her wiha anî ziman ku kêliyên komkujiyê hîna di bîra wan de ne.
 
Di dawiya çalakiyê de hunermend Semîr Orkêş stran gotin.