Hevşaredaran serdana rêveberiya nû ya Amedsporê kirin
- 21:49 27 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, serokê nû yê Amedsporê Nahît Eren û endamên rêveberiyê ziyaret kirin û ji bo karê wan ên nû serkeftin xwestin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran û rêveberiya Klûba Oz Kayapinar Sporê , serokê klûba Amedsporê Nahît Eren û endamên rêveberiyê yên ku di kongreya awarte ya hefteya borî de hatibûn hilbijartin ziyaret kirin. Di serdanê de ku li Tesîsa Sporê ya Şehmuz Ozer pêk hat, ji rêveberiya nû re serkeftin xwestin û diyar kirin ku ew ê di her şert û mercî de piştgirî û hevgirtinê ji bo Amedsporê bidomînin.







