Li Îngîlîstanê jineke Kurd hêjayî xelatê hate dîtin

  • 21:52 27 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jineke Kurd li ser asta cîhanê di bidestxistina destkeftin û serkeftinan de berdewamin. Di vê çarçoveyê jina Kurd ya binavê Hawje Hesen weke dahêner di warê çandiniyê de li Îngîlîstanê hêjayî xelatê hate dîtin.
 
Li paytexta Îngîlîstanê Londonê, bi beşdariya 25 jinên welatên cuda, pêşbirkek ya di warê çandiniyê de hate lidarxistin. Jineke ciwan a Kurd ji bajarokê Qeladizê ya bi navê Hawje Hesen wek dahênerek di warê çandiniyê de hêjayî xelatê hate dîtin.
 
Di heman demê de, jina ciwan xwediyê bawernameya masterê di zanista axê û ziblê organîk de ye û xwediyê kargehek ya çêkirina zible.