
Pergala Google, Gmaîlê û Youtubeyê li Tirkiyeyê têk çûn
- 11:00 4 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê pergala Google, Gmailê û YouTubeyê têk çûn û kes nikare xwe bigihînê.
Google yek ji motora lêgerîna ya herî mezin a cîhanê ye. Li Tirkiyeyê kes nikare xwe bigihîne xizmeta Googleyê. Hate zanîn ku Google û serwîsa gamîlê ya girêdayî wê û her wiha YouTube li Tirkiyeyê nikare xwe bigihîne, têkçûn e. Her wiha xwegihandina Spotifyê jî pêk nayê.
Heta niha Googleyê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.