Halîde Turkoglu: Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin
- 11:36 4 Îlon 2025
- Ramyarî
ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglu bi lêv kir ku şoreşa Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gef e û got: “Em Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan diparêzin. Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu tekildarî rojeva jinan li Navenda Giştî ya DEM Partî, civîna çapemeniyê li dar xist. Halîde Turkoglu bi bîranîna 32emîn a qetilkirina parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar ve dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Kuştina Sîncar êrîşek bû li ser daxwaza aşitî, wekhevî û azadiyê. Tawanbarên rastî, qet nehatin darizandin. Dîroka nêz a welêt dîroka kuştinên nediyar û parastina hêzên tarî ye. Banga Ocalan banga aştiyê ye. Banga aştiyê ya Birêz Ocalan ji bo rûbirûbûna dîrokê û dayîna hêviyê ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aşitiyê û hemû kesan bû. Em jin ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina aştiyeke birûmet dixebitin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rûbirûbûna heqîqetan re pêkan e.”
‘Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin’
Halîde Turkoglu di berdewama axaftina xwe de bal kişand gefên rêyedarên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyona li Meclîsê divê Dayikên Aşitî û Şemiyê bibihîze û gavên pêwîst zû bavêje. Aşitî ne tenê ya di navbera mêran de ye; ev banga aştiyê ya bi hemû Kurdan, jinan û jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Divê êrîşên li ser maf û destkeftiyên Kurdan rawestin, zimanê dayikê bê parastin, siyaseta qeyûman bi dawî bibe û demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Şoreşa Rojava gef nîne. Şerên li Rojhilata Navîn jiyana jinan tarî dikin. Êrîşên li ser jinên Afgan, Îranî, Filistînî, Suveyda û Lazkiyeyê nayê qebûlkirin. Em Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan diparêzin. Ev şoreş ji bo Tirkiyeyê ne gef e; gefa rastî çeteyên ku jinên Elewî û Dûrzî dikujin e. Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin.”
‘Em ê destûr nedin ku dosyeyên jinên kuştî bên girtin’
Halîde Turkoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 23 jin hatinê kuştin û 44 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest danê û wiha pê dê çû: “Di bingeha van kuştinan de polîtikayên piştgiriya desthilatiya zilaman dike hene. 36 mîlyon çekên bê ruhsat hatinê testpît kirin. 36 mîlyon çekên bêruhsat jiyana jinan dixe metirsiyê. Siyasetên ku çekan belav dikin û çetebûnê teşwîq dikin, jinan dikin armanc. Doza edaletê ya Rabia Naz 7 sal in bê bersiv e. Em ê destûr nedin ku dosyeyên jinên kuştî bên girtin.”
‘Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin’
Halîde Turkoglu bertek nîşanî fetwayên Seroktiya Karên Diyanetê ya ku jinan hedef digire da û wiha got: “Diyanet jinan hedef digire. Diyanet bi xutbeyên xwe ve dijminatiya jinan, mafên jinan binpê dike. Ev sazî baweriyê ji bo armanckirina jinan bikar tîne. Mafên jinan ne mijara xutbeyan e. Armanca wan ew e ku jinan bêdeng bikin û di malê de bigirin. Em ê li hember van polîtîkayan têbikoşin. Mafên tenduristiyê yên jinan tên astengkirin. Li Nexweşxaneya Meramê, bijîşkekê ji ber cilên keçekê wê muayene nekir. Ev yek nîşana rizîbûna polîtîkayên tenduristiyê ye. Em ê vê yekê bişopînin. Îfşa bikin. Ji bo çareseriyên mayînde, divê ÎLO 190 bê îmzekirin û li dijî şîdetê têkoşîn bê mezinkirin. Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin. Jin ji bo aştiyeke rûmetdar, li dijî xizanî, bêkarî û polîtîkayên cinsiyetperest têdikoşin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin û aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin.”