
‘Azadiya civakê girêdayê azadiya jinê ye’
- 09:05 4 Îlon 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN\MÛŞ - Jin der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivîn û balişandin ser pergala darazê û gotin sedema herî mezin a zêdebûna qetilkirina polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Her wiha jinan daxuyakirin ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkane û banga ‘em bi pêşengiya îdeolojiya rizgariya jinê têbikoşin’ kirin.
Li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirinên jinan bê navber didomin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê jî gumanbar bi destê darazê tên parastin. Her roj herî kêm jinek ji aliyê mêrê nêzî xwe ve tê qetilkirin. Li gorî daneyan di 6 mehên ewil ên salê de 281 jin hatine qetilkirin.
Jin der barê mijarê de axivîn û gotin sedema qetilkirinên jinan daraz e.
‘Mafê jiyanê nadin jinan’
Bîrcan Demîr diyar kir ku sedema cînayetên jinan ji feraseta ‘namûsê’ diqewime û got: “Jin wek kole tên dîtin. Jinan wek mirov nabînin. Wek alav dibînin. Nîvê cîhanê jin in. Nîvê din jî mêrên ku jin tînin dinê ne. Ev mêr tundiyê li jinan dikin û qetil dikin. Mafê jiyanê nadin jinan. Her cureyê tundiyê li jinan tê kirin.”
‘Jin dimirin, mêr nayên darizandin’
Bîrcan Demîr wiha dawî lê anî: “Tundiya mêr li her derê tê dîtin. Li sewalan jî tundî tê kirin. Gumanbar sûc dikin lê nayên cezakirin. Cezayên giran nayên dayîn. Ji ber vê jî sûc didomînin. Li vî welatî tundî tê rewakirin. Jin dimirin lê mêr nayên darizandin. Daraz ne serbixwe ye. Mêr diparêze.Ji bo em pêşî li vê bighirin divê em bi hev re têbikoşin.”
‘Azadiya civakê girêdayê azadiya jinan e’
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Muşê Çîçek Tutuş bi lêv kir ku qetilkirina jinan ne tenê jinan hemû aliyên civakê eleqeder dike û wiha bi lêv kir: “Serokatî dibêje wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. Lê di vê sedsala ku divê wisabûna de her roj jin tên qetilkirin. Qetilkirinên jinan nîşan didin ku civak di çi rewşê de ye. Azadiya civakê girêdayê azadiya jinan e. Divê zexta civakî bê avakirin. Divê civak bêdeng nemîne. Polîtîka bêcezahiştinê pêşî li qetilkirinan vedike. Li Muşê pergala feodal didome. Bifikirin nahêlin jin bên avahiya partiyê. Divê di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinê de têkoşîn bê meşandin.”
‘Jin warê jinan e’
Hevsweroka DEM Partiyê ya Artemîtê Sevîm Baş jî ev nirxandin kir: “Di demên dawî de qetilkirinên jinan zêde bûne. Tundî, destdirêjî û qetilkirin. Divê jin li dijî van bêdeng nemînin. Agahiya me ji gelek qetilkirinên jinan çênabe.Divê em jin dest bidin hev û hev xurt bikin. Jin warê jinan e. Divê peymana Stenbolê jî ji nû ve bikeve meriyetê. Divê cezayên bi bandor bidin gumanbaran.”