
Şewata li Licê hat vemirandin
- 19:14 16 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Şewata li Licê derketibû bi giştî hat vemirandin û xebatên sarkirinê didomin.
Şewata ku li Licê li sê nokteyan derketibû hat vemirandin. Di serîde welatiyan, Meclîsa Ekolojiyê ya Medê, Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’ê, odeyên girêdayê Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk, hevşaredarên navçeyê û ekîbên îtfayê mudaxaleyê şewatê kirin.
Di encama mudaxaleyê de şewat hat vemirandin û xebatên sarkirina li herêmê didomin.