
'Berhemên li Bostanê Jinan hatin kom kirin'
- 14:51 8 Tebax 2025
- Ked/Aborî
MÊRDÎN - Di civîneke derbarê "Baxçeyê Jinan" ê li Şemrexê hatiye avakirin, bazarkirina berheman û rola jinan di hilberînê de hat nîqaşkirin.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, "Baxçeyê Jinan", ku projeyek Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) ye, dest bi hilberînê kir. Civînek derbarê nirxandina berhemên baxçe, pêvajoya kooperatîfbûnê û firotina berheman li sûkê de hat lidarxistin. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ku li cihê wê qeyim hat daîn û jinên ku di baxçeyê de dixebitin beşdarî civînê bûn.
Jinên ku di baxçe de dixebitin tecrûbeyên xwe parve kirin û hewcedarî û pêşniyarên xwe diyar kirin.
Berhem hatin berhevkirin
Hevşaredar Kudret Uçuk û Devrim Demir bal kişandin ser rola girîng a jinan di pêvajoyên biryargirtinê de di demokratîkkirina rêveberiyên herêmî de. Hevşaredaran li ser pêwîstiya dîtina keda jinan nirxandin kirin û diyar kirin ku pêşengiya jinan di hilberînê de yek ji kevirên bingehîn ên têkoşîna ji bo wekheviya civakî ye.
Piştî civînê jinan bi hev re berhemên li bostan kom kirin.