
Li Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan hembajariya rûmetê
- 18:59 14 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bologna ya Îtalyayê biryar hat dayîn ku hembajariya rûmetê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Tê payîn ku biryara fermî roja Duşemê ji aliyê meclisa şaredariyê ve bi dengdanê were qebûlkirin. Nûnerê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê (UIKI) Alî Ekber Sultan têkildarî mijarê daxuyanî da û spasiya Şaredariya Bologna û piraniya Meclisê kir.
Alî Ekber Sultan bi taybetî spasiyên xwe pêşkêşî Alîkara Şaredar Emîly Clancy û endamê Meclisê Detjon Begaj kir ku her tim piştgirî dane têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Alî Ekber Sultan destnîşan kir ku dayîna hembajariya rûmetê ya ji bo Abdullah Ocalan gelekî watedar e û got: “Birêz Ocalan 26 sal in ji bo azadî û aştiyê têkoşîneke mezin dide. Biryara hembajariya rûmetê ji bo têkoşîna Birêz Ocalan piştgiriyek eşkere ye."
Alî Ekber Sultan diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan li Rojava û Rojhilata Navîn ketin meriyetê û anî ziman ku bi pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan rê li ber çareserkirina pirsgirêkên kûr ên ku sed sal in li Rojhilata Navîn diqewimin, vedike.
Alî Ekber Sultan ev tişt anî ziman: “Niha dema azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê ye.” Alî Ekber Sultan bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna siyasî ya demokratîk a ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin.Q