Berxwedêrên azadiyê yên Silêmanî hatin bîranîn

  • 09:50 24 Sibat 2018
  • Rojane
Aysel Ünver
 
SILÊMANÎ - Li Eywana Tewar a bajarê Silêmaniyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê berxwedêrên azadiyê yên Silêmaniyê bibîranîn. 
 
Li Eywana Tewar a bajarê Silêmaniyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê berxwedêrên azadiyê yên Silêmaniyê bibîranîn. Di bîranînê de peyama şopandina rêya berxwedêrên azadiyê hat dayin.
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştre ji aliyê malbat, sazî û rêxistinan ve peyam hat xwendin her wiha sînevizyon hat temaşekirin.
 
Endama Rêvebariya Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Çinûr Pêncewînî axivî û wiha got:"Rê û şopa berxwedêran ji bo me rêbaza jiyaneke ronî û bi rûmet e. Em ê her bi bîrnanîn û têkoşîna wan bijîn."