Li Wanê peyama 1'ê Gulanê: Ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn

  • 15:15 1 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi dirûşma “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê li qadan e” mîtînga 1'ê Gulanê hat lidarxistin û banga têkoşîna hevpar hat kirin. 
 
Li Wanê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê, bi dirûşma “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê li qadan e” li qada bajar mitîng tê lidarxistin. Girse, ewilî li ber Nexweşxaneya Hayatê kom bû û li vir heta Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ku mitîng lê tê lidarxistin, meşiyan. 
 
Di meşê de tevî komeleyên rojnamegeran ên DFG û MKG'ê sendîka û partiyên siyasî jî bi kortejên xwe cih girtin. Tevî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz, bi hezaran karker, kedkar û welatî jî tev li meşa 1'ê Gulanê bûn.
 
Di meşê de hemû sendîka û sazî bi pankartên xwe yên li ser “Bijî 1'ê Gulanê” dinivîsî cih girtin û dirûşmên “Ji Nazim heta Cîhan Çapemeniya Azad li vir e”, “Bijî 1 Gulanê”, “Bijî berxwedana karkeran” û hwd. berz kirin. Her wiha ciwanên Komeleya Xwendekarên Komun a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (KODER) jî pankarta “Îro çerxa şoreşê bi komînan dimeşe, bijî 1'ê Gulanê” vekirin û meşiyan.
 
Wê di mitîngê de Tulay Hatimogûllari û Ahmet Karagoz biaxivin û wê Koma Aryen, Barody û Babetna derkevin ser dikê.