Berxwedêrên azadiyê yên Silêmanî hatin bîranîn 2018-02-24 09:50:51   Aysel Ünver   SILÊMANÎ - Li Eywana Tewar a bajarê Silêmaniyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê berxwedêrên azadiyê yên Silêmaniyê bibîranîn.    Li Eywana Tewar a bajarê Silêmaniyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê berxwedêrên azadiyê yên Silêmaniyê bibîranîn. Di bîranînê de peyama şopandina rêya berxwedêrên azadiyê hat dayin.   Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştre ji aliyê malbat, sazî û rêxistinan ve peyam hat xwendin her wiha sînevizyon hat temaşekirin.   Endama Rêvebariya Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Çinûr Pêncewînî axivî û wiha got:"Rê û şopa berxwedêran ji bo me rêbaza jiyaneke ronî û bi rûmet e. Em ê her bi bîrnanîn û têkoşîna wan bijîn."