Li Îzmîrê 3 jinên ku hatin binçavkirin nikarin parêzerên xwe bibînin
- 11:56 23 Sibat 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Sê jînên ku li îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Nazelîn Konrkut a ku li Îzmîrê bedena xwe da ber agir de hatibû destpêkirin hatin binçavkirin, 10 roj in nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
Li taxa Kubîlay a Konaka Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê Nazelîn Korkut a ku ji bo anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir de jinên bi navê H.U.,V.U û A.U. ku hatine binçavkirin ev 10 roj in ku dibin çavan de ne. Sedema binçavkirina jinan nehat zanîn û hevdîtina wan a bi parêzerên wan re jî tê astengkirin.








