Li Îzmîrê 3 jinên ku hatin binçavkirin nikarin parêzerên xwe bibînin 2018-02-23 11:56:51   ÎZMÎR - Sê jînên ku li îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Nazelîn Konrkut a ku li Îzmîrê bedena xwe da ber agir de hatibû destpêkirin hatin binçavkirin, 10 roj in nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.   Li taxa Kubîlay a Konaka Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê Nazelîn Korkut  a ku ji bo anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir de jinên bi navê H.U.,V.U û A.U. ku hatine binçavkirin ev 10 roj in ku dibin çavan de ne.  Sedema binçavkirina jinan nehat zanîn û hevdîtina wan a bi parêzerên wan re jî tê astengkirin.