Li Balikesîr û Stebolê komkujî: Kujer mêr e!
- 12:30 20 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Balikesîr û Stebolê 2 zarok û 2 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Li taxa Huseyîn Beşler a Harvana Balikesîrê mêrê bi navê Alî Saral jinek û du zarokên wê qetil kirin. Di bûyera ku şevadin qewimî de jina bi navê Melîke Çetînkaya û zaroka wê ya bi navê Ebrû Çetînkaya (16) û Tuncaya Çetînkaya (17) jiyana xwe ji dest dan û di nav wan de zaroka 2 salî jî heye 3 kes jî hatin birîdarkirin. Piştî komkujiya ku hat kirin mêrê bi navê Alî Saral ku bû sedema komkujiyê ji cihê bûyerê reviya û lêgerîna wê berdewam dike.
Li Kagithaneya Stenbolê jî mêrê bi navê Omar, Fadîme Korkmaz a ku pê re zewicandî bû qetil kir. Piştî bûyerê Omaer Korkmaz hat binçavkirin û cenazeyê Fadîme ya ku hat qetilkirin jî ji bo otopsiyê rakirin morga tipa edlî. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.








