Li Balikesîr û Stebolê komkujî: Kujer mêr e! 2018-02-20 12:30:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Balikesîr û Stebolê 2 zarok û 2 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.   Li taxa Huseyîn Beşler a Harvana Balikesîrê  mêrê bi navê Alî Saral jinek û du zarokên wê qetil kirin. Di bûyera ku şevadin qewimî de jina bi navê Melîke Çetînkaya û zaroka wê ya bi navê Ebrû Çetînkaya (16) û Tuncaya Çetînkaya (17) jiyana xwe ji dest dan û  di nav wan de zaroka 2 salî jî heye 3 kes jî hatin birîdarkirin. Piştî komkujiya ku hat kirin mêrê bi navê Alî Saral ku bû sedema komkujiyê ji cihê bûyerê reviya û lêgerîna wê berdewam dike.   Li Kagithaneya Stenbolê jî mêrê bi navê Omar, Fadîme Korkmaz a ku pê re zewicandî bû qetil kir. Piştî bûyerê Omaer Korkmaz hat binçavkirin  û cenazeyê Fadîme ya ku hat qetilkirin jî ji bo otopsiyê  rakirin morga tipa edlî. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.