'Xebat' ên qayyimê Dêrik di bin avê de hişt
- 11:54 19 Sibat 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Qayyimê ku tayînî ser şaredariya Dêrikê bû anîbû ziman ku wan li Dêrikê xebatên derdorê kirine lê do şev kuçe û kolanên Dêrikê di bin avê de man.
Barana ku do li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bariya veguherî lehiyê û bandorek neyînî li ser jiyana gel kir. Piştî barana ku 5 saetan bê navber bariya lehî çê bû û gelek kuçe, kolan di bin avê de man. Her wiha 6 mal û axurek jî di bin avê de man. Piştî daxuyaniya qayyim a ku gotibû me xebatên Dêrikê yên derdorê qedandiye, bajar piştî barana ku lê bariya veguherî deryaya heriyê.
Hat hînbûn ku li gundên girêdayî navçeyê jî lehî derket û di bin avê de man.








