'Xebat' ên qayyimê Dêrik di bin avê de hişt 2018-02-19 11:54:36   MÊRDÎN - Qayyimê ku tayînî ser şaredariya Dêrikê bû anîbû ziman ku wan li Dêrikê xebatên derdorê kirine lê do şev kuçe û kolanên Dêrikê di bin avê de man.    Barana ku do li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bariya veguherî lehiyê û bandorek neyînî li ser jiyana gel kir. Piştî barana ku 5 saetan bê navber bariya lehî çê bû û gelek kuçe, kolan di bin avê de man. Her wiha 6 mal û axurek jî di bin avê de man. Piştî daxuyaniya qayyim a ku gotibû me xebatên Dêrikê yên derdorê qedandiye, bajar piştî barana ku lê bariya veguherî deryaya heriyê.    Hat hînbûn ku li gundên girêdayî navçeyê jî lehî derket û di bin avê de man.