ROJEVA 19'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 19 Sibat 2018
  • Rojev
*Yeşîm Coşkun a ku di Koma Reqsê ya Mezopotamyayê de cih digire, behsa hemû qadên ku bi rêya OHAL'ê re hatin girtin kir. Yeşîmê anî ziman ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê xebatên xwe berdewam bikin. BI DÎMEN
 
*Kedkarên tenduristiyê yên ji bo tenduristî û jiyana mirovan dixebitin diyar dikin ku ew li hember şer in û wiha gotin: “Em bi nexweşên ku ji bo êşa diranan tên nexweşxaneyê re empatiyê ava dikin, bêguman em piştgiriyê nadin mirin û şer jî.”  BI DÎMEN
 
*Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel de, axaftinên wê yên di daxuyaniyên çapemeniyê de, tevlîbûna civînan û parvekirinên çapemeniya civakî hincet hat nîşandan û 5 fezlekeyên nû hat amadekirin. Fezleke şandin Komîsyona Destûra Bingehîn a TBMM’ê. 
 
*Seroka Şaxa Odeya Plansaziya Bajêr a Îzmîrê Ozlem Şenyol diyar kir ku gel di navbera qanûnê veguhestina bajarvaniyê de teng bûye û diyar kir ku projeyên veguhestina bajarvaniyê ne li gorî hewcedariyên gel, ji rantê re xizmetê dike. BI DÎMEN
 
*Li seranserê cîhanê her sal 1.3 mîlyon kes ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dide. Pispor li dijî nexweşiyê hişyar dikin û diyar dikin ku ji bo nexweşî derbas bibe ‘nexweşê rast, nexweşiya rast, hedefa rast û dermankirina rast’ pêwist e. 
 
*Wezareta Bajarvaniyê û Hawirdorê, ji bo gel, TOKÎ’yên li Nisêbînê tên çêkirin qebûl bikin, pereyê kirê yê dida gel biha kir.
 
*Jinên Edeneyê diyar kirin ku polîtîkayên desthilatdariyê û fetwayên diyanetê teşwîqî îstîsmara zarokan dike û bi lêv kirin ku li dijî îstîsmara zarokan hêza rêxistinkirî ferz e. 
 
*Tîma Firtoneyê ku ji şervanên YPJ'ê pêk tê, derbarê êrîşên li ser Efrînê de bi lêv kirin ku hêza rêxistina Gelê Kurd berxwedana serdemê ronî dike û gotin: "Efrîn xeleka berxwedanê ye dê neyê teslîmkirin." BI DÎMEN