ROJEVA 19'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-19 09:00:00   *Yeşîm Coşkun a ku di Koma Reqsê ya Mezopotamyayê de cih digire, behsa hemû qadên ku bi rêya OHAL'ê re hatin girtin kir. Yeşîmê anî ziman ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê xebatên xwe berdewam bikin. BI DÎMEN   *Kedkarên tenduristiyê yên ji bo tenduristî û jiyana mirovan dixebitin diyar dikin ku ew li hember şer in û wiha gotin: “Em bi nexweşên ku ji bo êşa diranan tên nexweşxaneyê re empatiyê ava dikin, bêguman em piştgiriyê nadin mirin û şer jî.”  BI DÎMEN   *Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel de, axaftinên wê yên di daxuyaniyên çapemeniyê de, tevlîbûna civînan û parvekirinên çapemeniya civakî hincet hat nîşandan û 5 fezlekeyên nû hat amadekirin. Fezleke şandin Komîsyona Destûra Bingehîn a TBMM’ê.    *Seroka Şaxa Odeya Plansaziya Bajêr a Îzmîrê Ozlem Şenyol diyar kir ku gel di navbera qanûnê veguhestina bajarvaniyê de teng bûye û diyar kir ku projeyên veguhestina bajarvaniyê ne li gorî hewcedariyên gel, ji rantê re xizmetê dike. BI DÎMEN   *Li seranserê cîhanê her sal 1.3 mîlyon kes ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dide. Pispor li dijî nexweşiyê hişyar dikin û diyar dikin ku ji bo nexweşî derbas bibe ‘nexweşê rast, nexweşiya rast, hedefa rast û dermankirina rast’ pêwist e.    *Wezareta Bajarvaniyê û Hawirdorê, ji bo gel, TOKÎ’yên li Nisêbînê tên çêkirin qebûl bikin, pereyê kirê yê dida gel biha kir.   *Jinên Edeneyê diyar kirin ku polîtîkayên desthilatdariyê û fetwayên diyanetê teşwîqî îstîsmara zarokan dike û bi lêv kirin ku li dijî îstîsmara zarokan hêza rêxistinkirî ferz e.    *Tîma Firtoneyê ku ji şervanên YPJ'ê pêk tê, derbarê êrîşên li ser Efrînê de bi lêv kirin ku hêza rêxistina Gelê Kurd berxwedana serdemê ronî dike û gotin: "Efrîn xeleka berxwedanê ye dê neyê teslîmkirin." BI DÎMEN