Endama SKM MYK'ê Deniz Aktaş hat binçavkirin
- 12:27 18 Sibat 2018
- Rojane
STENBOL - Endama ESP û SKM MYK'ê Hatice Deniz Aktaş hat binçavkirin.
Endama SKM MYK'ê Hatice Deniz Aktaş a ku serê sibehê çû Balafirgeha Sabiha Gokçen hat binçavkirin. Haticeyê birin Muduriyeta Emniyet a Bajarê Pendikê. Hinceta binçavkirina Haticeyê nehat aşkerekirin.








