Endama SKM MYK'ê Deniz Aktaş hat binçavkirin 2018-02-18 12:27:15   STENBOL - Endama ESP û SKM MYK'ê Hatice Deniz Aktaş hat binçavkirin.   Endama SKM MYK'ê Hatice Deniz Aktaş a ku serê sibehê çû Balafirgeha Sabiha Gokçen hat binçavkirin. Haticeyê birin Muduriyeta Emniyet a Bajarê Pendikê. Hinceta binçavkirina Haticeyê nehat aşkerekirin.