Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi dawî bû

  • 10:50 23 Kanûn 2017
  • Rojane
DÊRIK - Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a ku di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd mîsogeriya yekitiya netewa  kurd e " pêk hat, bi dawî bû.
 
Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a ku li Rojavayê Kurdistanê li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê ya Bajarê Dêrikê ya Herêma Cizîrê ku di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd mîsogeriya yekitiya netewa  kurd e " pêk hat, bi dawî bû. 
 
Di encamnameyê de biryarên ku hat dayin ev in:
 
*Ji bo lidarxistina konferanasa sêyemîn a hevdîtina şêwirî ya jinên kudistanê kar xebat werin kirin.
 
*Di hemû warên jiyanê de zanista jin (Jinoelojî) wekî bingeh were destgirtin.
 
*Di hemû sazî û rêxistinan de sîstema hevserokatiyê were rûniştandin.
 
*Di warê siyasetê de akademiyên taybet ên jinan werin avakirin.
 
*Ji bo şopandina rewşa jinên Êzidî yên winda û hatine revandin, komîteyeke were avakirin.
 
*Ji bo yekîtiya Kurd û jina Kurd, aktîfkirina rola jinê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîn were meşandin.
 
*Ji bo nivîsandin û qeydkirina dîroka jinê û têkoşîna wê ya li aliyên Kurdistanê komîteyeke nivîsandinê were avakirin.
 
*Li hemberî hemû aliyên dijberî yekîtiya Kurdî bi beşdariya hemû jinên Kurdistanê hêzek were avakirin.
 
*Ji bo rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn were kirin.
 
*Rola jinê ya di warê siyasî û aborî de were pêşxistin û firehkirin.
 
Piştî ku ev biryar hatin xwendin, jinên ji Şam, Lubnan, Şêxmeqsûd û Başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûne, hatin xelatkirin.