Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi dawî bû 2017-12-23 10:50:41   DÊRIK - Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a ku di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd mîsogeriya yekitiya netewa  kurd e " pêk hat, bi dawî bû.   Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a ku li Rojavayê Kurdistanê li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê ya Bajarê Dêrikê ya Herêma Cizîrê ku di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd mîsogeriya yekitiya netewa  kurd e " pêk hat, bi dawî bû.    Di encamnameyê de biryarên ku hat dayin ev in:   *Ji bo lidarxistina konferanasa sêyemîn a hevdîtina şêwirî ya jinên kudistanê kar xebat werin kirin.   *Di hemû warên jiyanê de zanista jin (Jinoelojî) wekî bingeh were destgirtin.   *Di hemû sazî û rêxistinan de sîstema hevserokatiyê were rûniştandin.   *Di warê siyasetê de akademiyên taybet ên jinan werin avakirin.   *Ji bo şopandina rewşa jinên Êzidî yên winda û hatine revandin, komîteyeke were avakirin.   *Ji bo yekîtiya Kurd û jina Kurd, aktîfkirina rola jinê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîn were meşandin.   *Ji bo nivîsandin û qeydkirina dîroka jinê û têkoşîna wê ya li aliyên Kurdistanê komîteyeke nivîsandinê were avakirin.   *Li hemberî hemû aliyên dijberî yekîtiya Kurdî bi beşdariya hemû jinên Kurdistanê hêzek were avakirin.   *Ji bo rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn were kirin.   *Rola jinê ya di warê siyasî û aborî de were pêşxistin û firehkirin.   Piştî ku ev biryar hatin xwendin, jinên ji Şam, Lubnan, Şêxmeqsûd û Başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûne, hatin xelatkirin.