Qedexeya li ser gundên Pasûr û Bedlisê hat rakirin
- 11:59 16 Kanûn 2017
- Rojane
AMED/BEDLIS - Qedexeyên ku li navçeya Pasûrê ya Amedê û li gundên girêdayî Tetwan û Mûtkiyê yên Bedlisê hatibû îlankrin hat rakirin.
Qedexeyên ku di 14'ê Mijdarê de li gundên Eskar, Simetax û Dêrîkê yên navçeya Pasûrê ya Amedê hatibûn îlankirin hat rakirin.
Li gor daxwiyaniya do êvarî ya Walîtiya Amedê qedexeyên ku bi hinceta operasyonan û di 14'ê Mijdarê de li 4 gun û gundokan ê girêdayî navçeyê hatibû îlankirin, hat rakirin.
Qedexeyên li gundên Bedlisê hatibû îlankirin hat rakirin
Qedexeyên ku di şeva 11'ê Mijdarê de li 3 gund û kuçeyek girêdayî Mutkiya Bedlisê û li 9 gund 2 kuçeyên ku girêdayî navçeya Tetwanê hatibû îlankirin, hat rakirin. Cihên ku qedexeyan li ser wan rabûn ev in: Kuçeyên Yazicik, Yuvalidam, Kayran û Aksu ku girêdayî navçeya Mutkiyê ya Belisê ye. Yên din jî Kuçeyên Uzumlu, Anadere, Sungurlu, Kulbasti, Odabaşi, Teknecik, Sallica, Boblesur, Donertaş, Komurlu û Aktoprak ku ew jî girêdayî navçeya Tetwanê ne.








