Qedexeya li ser gundên Pasûr û Bedlisê hat rakirin 2017-12-16 11:59:14   AMED/BEDLIS - Qedexeyên ku li navçeya Pasûrê ya Amedê û li gundên girêdayî Tetwan û Mûtkiyê yên Bedlisê hatibû îlankrin hat rakirin.   Qedexeyên ku di 14'ê Mijdarê de li gundên Eskar, Simetax û Dêrîkê yên navçeya Pasûrê ya Amedê hatibûn îlankirin hat rakirin.   Li gor daxwiyaniya do êvarî ya Walîtiya Amedê qedexeyên ku  bi hinceta operasyonan û di 14'ê Mijdarê de li 4 gun û gundokan ê girêdayî navçeyê hatibû îlankirin, hat rakirin.    Qedexeyên li gundên Bedlisê hatibû îlankirin hat rakirin   Qedexeyên ku di şeva 11'ê Mijdarê de  li 3 gund û kuçeyek girêdayî Mutkiya Bedlisê û li 9 gund 2 kuçeyên ku girêdayî navçeya Tetwanê hatibû îlankirin, hat rakirin.  Cihên ku qedexeyan li ser wan rabûn ev in: Kuçeyên Yazicik, Yuvalidam, Kayran û Aksu ku girêdayî navçeya Mutkiyê ya Belisê ye. Yên din jî Kuçeyên Uzumlu, Anadere, Sungurlu, Kulbasti, Odabaşi, Teknecik, Sallica, Boblesur, Donertaş, Komurlu û Aktoprak ku ew jî girêdayî navçeya Tetwanê ne.